İbrahim Atmaca
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 22 Tebax 2020
Li Erdexanê teyrê bazê ku birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin.
Welatiyan teyrê baz ê birîndar li zozana gundê Derîndereya navçeya Posofê dît û teslîmî wezîfedarên Şaxa Erdexanê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî kir.
Wezîfedaran teyrê baz bir Qersê û teslîmî Navenda Xelaskirina Jiyana Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Qafqasê kir û li wê derê tedawiya teyrê baz dest pê kir.
Teyrê baz ji baskê xwe yê çepê birîndar bûye û piştî tedawiyê wê li çolê azad bikin.