Werzişvana neteweyî û Şampiyona Xozneberiya Serbest a Dinyayê Şahîka Ercumenê li Agiriyê ji bo rekora dinyayê xwe berî Gola Masiyan ya ku 34 hezar û 700 qeremetre firehiya wê heye bide. Ercumenê beriya ceribandina rekorê ji bo keşfê xwe berî golê bide.
Armanca Ercumena werzişvana neteweyî ew e ku bi wênekêşê binê avê û derhêner Tahsîn Ceylan û hîndekarê xozneberiyê Murat Kulakaç ra xwe berî golê ku ser wê cemed girtî ye bide.
Ercumenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Gola Masiyan cihekî zehf taybet e.
Ercumenê destnîşan kir ku di nav golên ku bilindahiya wan evqas zêde û tê da heywan dijîn da Gola Mesiya ya herî mezin e û wiha got: "Em dixwazin ku xwe berî vê gola taybet bidin û tevkariya me di danasîna golê da hebe."
Ercumenê got daxwaza wan ew e ku di gola herî bilind a Tirkiyeyê da rekora dinyayê bi dest bixe û wiha pê da çû:
"Li Agirî û Bazîdê dema ku berf dibare tu dibêjî jiyan disekine. Armanca min ew e ku nîşanî her kesî bidim ku meriv dikare li vê derê werzişên zivistanê bike. Ev xweberdana me ya ceribandinê ye. Heke ceribandin baş derbas be em ê li Agiriyê rekorekê bi dest xin. Min di sala 2011an da di bin cemedê da di mesafeya herî dirêj da sobanî kir û rekora dinyayê bi dest xist. Ji wê rojê vir da hê tu kes ji vê rekorê derbas nebûye. Em li hêviyê bûn kesek derkeve û ji wê rekorê derbas be. Gelek xozneberan ceriband lê belê rekor neguherî. Ji ser ra 4 sal derbas bûn, dîsa em ê biceribînin. Înşallah em ê rekorê dîsa bi dest bixin û navê bajarê Agiriyê dîsa di Kitêba Rekoran a Guînnessê da binivîsin."