VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê di navbera koçeran de şer derket û 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, kesekî emanetî wesayît hilda û lastîka wê teqiya û mesrefa wê jî neda. Ji ber vê meseleyê xwediyê wesayîtê û ew kes beziyane hevdu û şer derket.
Di encama şer de ji malbata Gezer 7 kes bi kevir, dar û çekan birîndar bûn. Malbata Gezer ji Mêrdînê hatibûn û li Gurpinarê di konan de diman.
Birîndar piştî midaxeleya dermankirinê ya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Heremê ya Wanê kirin.