Muhammed Nuri Erdoğan
31 Tebax 2021•Rojanekirin: 01 Îlon 2021
Li Altintaşa navçeya Kutahyayê bi lerza 5ê erd hejiya.
Li gor agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) erdhej di saet 14.04ê da 7,16 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
AFADê der barê erdhejê da daxuyanî da û wiha got, "Li navçeya Altintaşê piştî erdheja ku bi lerza 5ê çêbû li navçeyê ji niha pê va rewşeke nêyênî û êxbareke neyênî nehatiye kirin."