Orhan Yoldaş
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Meletiyê mij û dûmana ji şev pê va dest pê kir tesîrê li ser jiyanê dike.
Ji ber mij û dûmanê li ser rêya Meletî û Elezîzê wesayîtan lembeyên xwe yên mijê vêxistin û bi tevdîr hêdî diçin û tên.
Ji ber ku mesafeya dîtinê kêm bû polêsan li ser xaçerêyan tevdîrên ewlehiyê dîtin.
Hin seferên balafiran hatin betalkirin, dibe ku hin sefer jî derengî bikevin.