Mansur Öksüz
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Andirina navçeya Meraşê ji ber barîna zêde ya baranê, zeviyên çandiniyê di bin avê da man û ziyan gihîşt zeviyan.
Taviya ku li bajêr 2 roj e bi navber didome, tesîreke neyînî li jiyanê kir. Piştî barana duh, li Taxa Torlarê ziyan gihîşt zeviyên dexl.
Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Fenî ya Şaredariya Andirinê ragihand, li navçeyê ziyan gihîşt 65 hektar zeviyên genim.
Zeviyên di bin avê da mane, bi dronê hatin kişandin.