Önder Beyter
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Piştî daxuyaniya Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş a bi cîbicîkirina rêgezên maske û mesafeyê va êdî nimêjên wextan dê tevî cemaetê bên kirin, li Stenbolê nimêja ewil a sibehê hat kirin.
Piştî daxuyaniya Erbaş a ji ser hesabê wî yê medyaya civakî, mizgeftên li Stenbolê ligel wergirtina tedbîrên Kovîd-19ê hatin vekirin.
Welatî maske li ber dev û bi sicadeyên ku ji malê anîn va ketin Mizgefta Eyup Sultan. Herwiha li vê derê hat dîtin ku şadirwan û tuwalet girtî ne.
Berî nimêjê Qur'ana Kerîm hat xwedin, di heman kêliyan da hin welatî jî giriyan.
Mêr û jin her yek ji wan li beşê ji bo wan terxankirî, sef çêkirin û nimêja sibê kirin.
Piştî temambûna nimêjê welatiyan li ber Tirbeya Eyup Sultan dia kirin.