Proje bi destê Muzeya Mêrdînê ve tê meşandin û di çarçoveya projeyê de malên ku li ser Kolana Mêrdînê ne tên nûkirin
Bi alîkariya sponsoran ve projeya ku budçeya wê 10 hezar lîre ye xebat bi destê xebatkarên ku Lijneya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) diyar kiriye tên kirin.
Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku her sal bi sedan tûrîstên biyanî û xwemalî tên bajêr.
- "Em dixwazin ku tiştên dîrokî li pê bimînin"
Erdogan diyar kir ku hewl didin ku malên dîrokî bên parastin û wiha axivî: "Em li bajarekî dîrokî dijîn. Welatî di malên dîrokî de dijîn. Berê li Merdînê di hewşên malan de û li şaneşînan kulîlk hebûn. Em dixwazin ku tiştên dîrokî li pê bimînin. Piştî civînên bi welatiyan re gel piştgirî da me. Em begonyayên ku li terasa muzeyê mezin dikin, li kuçe û şibakên malan dialiqînin. Di hewşan de kulîlkan datînin. Mêrdîn kulîlkan vedide. Kuçe tên paqijkirin. Derî û şibakên xaniyan bi rengê şîn ve tên boyaxkirin."
Erdogan destnîşan kir ku proje bi piştgiriya sponsoran ve tê meşandin û wiha got: "Bi vê projeyê dê reng û rûçikê Mêrdînê biguhere. Em dixwazin mîrateya çandî û dîrokî biparêzin."
Erdogan diyar kir ku kuçeya muze lê ye bi kulîlkan ve hat xemilandin û wiha peyivî: "Dê welatiyên li taxê li kulîlkan binihêrin. Ji ber ku rengê şîn ji nezerê diparêze û nahêle dûpişk bikeve malan, me rengê şîn bijart. Tûrîst li ber malan wêne dikşînin."
Nûrgul Yildirima ku ji Stenbolê hatiye destnîşan kir ku Mêrdîn bajarekî dîrokî ye, ji ber vê sedemê jî tê serdana Mêrdînê û got ku malên Merdînê bi vî awayî zêdetir balê dikşîne.
Ayşe Uysalê jî diyar kir ku Merdîn bajarekî nostaljîk e û wiha got: "Xaniyên ku bi kulîlkan hatine xemilandin paşeroj anî bîra min, destê wan sax be."
Welatiyên li taxê jî ji ber projeyê kêfxweşiya xwe tînin ziman.