Li Mêrsînê di operasyona li dijî DHKP-Cya rêxistina terorê da hejmara kesên ku hatin binçavkirin derket 41ê.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, di çarçoveya operasyona ku danê sibê hat kirin da 2 gumanbarên din jî hatin binçavkirin. 41 bersûc birin Midûriya Ewlehiyê da ku îfadeya wan hildin. Di nav wan da berpirsiyarên hin bajaran yên rêxistinê jî hene.
Ji aliyê din va hat tesbîtkirin ku bersûc li taxa Kazanliyê qeraxê behrê di konan da diman û ji bo ku elemanan ji DHKP-Cê ra peyda bikin, alîgiran zêdetir bikin, agahiyên teorîk û îdeolojîk yên mensûbên rêxistinê zêde bikin bi navê "Anadolu Kampiyê" kamp ava kirine.
Di konan da cîhaza ku sînyalan dibire, 7 kompîtur, 2 hezar û 245 lîreyê ku li gor nirxandinê ji bo fînansekirina fealiyetên rêxistinê dihat xerckirin û gelek dokumanên rêxistinî hatin girtin.