08 Adar 2019•Rojanekirin: 09 Adar 2019
Li Enqereyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da ji 8 kesên der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn 6 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat diyarkirin ku der heqê 8 kesên hat tesbîtkirin bi KJAya şaxa jinan ya PKK/KCKyê ra têkildar in lêpirsîn dan destpêkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji 8 jinên şikbar ên hat tesbîtkirin bi KJAya şaxa jinan ya PKK/KCKyê ra têkildar in 6 kes derdest kirin.
Şikbarên hatin binçavkirinn birin Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê.
Ji bo derdestkirina herdu şikbarên din jî xebat dewam dikin.