Li peravên Muglayê 20 koçberên bêdestûr hatin qefaltin
Ali Ballı
10 Adar 2024•Rojanekirin: 12 Adar 2024
Muğla
Li peravên Bodruma navçeya Muglayê 20 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravan, li ser agahiya li peravên navçeya Bodrumê di bota lastîk da komeke koçberên bêdestûr heye, bo herêmê bota Ewlekariya Peravan hat sewqkirin.
Di bota hat rawestandin da tevî zarokekî, 20 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Piştî miemeleyan, koçberên bêdestûr bo Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê hatin veguhestin.