Önder Beyter
10 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
KARS
Li Qersê di navbera cîranên ku kuçikên wan hevdu girtin da şerê biçek derket û di encamê da 8 kes birîndar bûn.
Li pêşiya Lojmanên Polêsan ên li ser Rêya Dîgorê kuçikê Mehmet M. û yê Yunus K. hevdu girtin. Ji ber hevgirtina kuçikan, di navbera cîranan da jî nîqaş derket û dû ra cîranan li hev dan.
Piştî ku şer derket, xizmên Mehmet M, Îlhan M, Cengîz M, Abdullah M, Ramazan M. û herwiha xizmên Yunus K, Şahîn K. û Yasûn K. jî hatin ciyê bûyerê.
Kurtedemek şûnda herdu aliyan bi çekan gule berdan hev û guleyek li Îlhan M. ket.
Li ser îxbara kesên amade, polês hatin ciyê bûyerê û herdu alî ji hev kirin.
Ekîbên 112 Servîsa Hawarê, Îlhan Myê ku di şer da birîndar bû û 7 kesên din rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakaniyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepana Tenduristiyê ya Zanîngeha Qafqasê.
Li nexweşxaneyê 7 kesên ku tedawiya wan kuta bû, hatin binçavkirin.
Eşkere bû ku tedawiya Îlhan Myê ku gule lê ket, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakaniyê didome.
Ekîban dest danîn ser demançe û tifingeke nêçîrê yên ku di bûyerê da hatin emilandin.