MÊRDÎN
Li Deşta Qosera Mêrdînê dest bi çinîna nîskê sor kirin.
Li Deşta Qoserê berhemê ewil li gundê Konûkê ji aliyê çotkar Mehmet Emîn Tekîn ve hat çinîn.
Endamê Komeleya Zexîrekaran Abîd Tûrgay kîloya berhema ku anîn bazara hibûbatê ji 2 lîre 830 quruşan ve stand.
Serokê Komeleya Zexîrekaran a Qoserê Mehmet Şerîf Oter destnîşan kir ku nîskê sor îsal pir hindik hat çandin û sedema vî jî tevî kêmbûna piştgiriya prîmê îtxalkirina nîskê bêkalîte yê ji welatên mîna Kanadayê ye.
Oter diyar kir ku 15 sal beriya niha li Qoserê kapasîteya hilberandina nîskê sor biqasî 500 hezar tonî bû û wiha pê de çû:
"Welatê me wextekî di warê îxracata nîskê sor de di rêza yekê de bû, lê aniha di vî warî de bûye yekemînê îtxalatê. Di piyaseya hundur de bi navê berhemê welat nîskê îtxalê bêkalîte tê firotan. Karkerên me gazinan dikin ku berhemê wan ê bikalîte ji ser bihayê ku heq dike ve nayê firotan. Her sal hilberîn kêm dibe. Heke ku tevdîrên hewce neyên stendin, berhema me ya milî nîskê sor wê biqele. Ji bo ku ev berhem bigîje hecma xwe ya berê ya hilberînê em li bendê ne ku Wezareta me ya Xurek, Çandinî û Heywandariyê prîma piştgiriyê bê zêdekirin û bikeve nava berhemên cazîbe."