25 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Rêveberiya DYAyê tevî ku temînat da ku wê PYDya şaxa PKKyê ya li Sûriye vekişîne rojhilatê Feratê, rêxistin hewl dide qada serweriya xwe berfireh bike. Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê bi topbaranê bersiva van hemleyên PYDê dide.
Bi piştevaniya firînên DYAyê ji 27ê berfanbara 2015an şûnda PYD bi hinceta têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê qada serweriya xwe li rojavayê Feratê fireh kir û hewl dide hebûna xwe li herêmê bihêztir bike.
Rêxistinê digel hinek cengawerên ereb û bi saya piştevaniya firînên DYAyê 12ê tebaxa 2016an navçeya Minbicê ji DAEŞê sitend û tevî temînata ku DYAyê dabû Tirkiyeyê qada serweriya xwe ber bi bakurê navçeyê berf,reh kiribû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê li bakurê Minbicê ji çavkaniyên mixalif û çavkaniyên ewlekariyê civandine, Di deman operasyona "Mertala Firatê" da ku Hêza Erka Taybeta Hevpara TSKê û Hêzên Hevpeymaniya Asmanî duh li dar xistibû, endamên PYDê hatin huşyarkirin.
Lê belê rêxistin tevî ku diviya vekişe pişt çemê Sacu ku DYA-Tirkiye weke hêla sînor nîşandabû, venekişiya ji ber vê yekê jî TSKê ew herêm topbaran kir. Piştî vê rêxistina neçar ma û vekişiya pişt çem.
- Firsetguzariya PYDê
Di esnaya pêşrewiya ASAyê li Cerablûsê û vekişîna çekdarên DAEŞê PYD dîsa destbikar bû.
Rêxistin dubare derbasî bakurê çemê Sacuyê bû û duh gundên Amerinah, Mexare û Balaban û girên Şemaxê û Çeqmaqan desteser kirin.
Rêxistina terorê îro jî bi heman şêweyî ber bi başûrê Cerablûsê pêşket û di ser gundên Cub el-Qusa, Debisah û Eyn Beyda xwe gihand gundê Amarinayê.
Bi vê yekê ra ji duh va PYDê 7 gund xistin bin kontrola xwe da.
TSKê piştî ku tesbît kir çekdarên PYDê di bin navê "Hêzên Sûriyeya Demokrat" kamûfle bûne, derdora seat 18.00an da dest bi topbarîna Amarinayê kir.
Ji aliyekî din va di peywandiya telefonê ya Wezîrê Karên Derva yê DYAyê John Kerry û Wezîrê Karên Dervayê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da, hatibû gotin ku hêzên PYDê vedikişin rojhilatê Feratê.