Türkan Tosun
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 10 pileyî li Erzirom, Agirî û Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germahiya hewayêya herî kêm li Îdirê pileyek, li Erzincanê 0 pile, li Qersê di binê sifirê da 9 pile, li Erzirom, Agirî û Erdexanê jî di binê sifirê da 10 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 14 pile, li Erzincanê 12 pile, li Qersê 4 pile, li Erziromê 3 pile, li Agiriyê 2 pile û li Erdexanê jî di binê sifirê da pileyek be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed û qeşayê baldar bin û bê tevdîr nemînin.