Li bajêr ji bo hilbijartina şaredariyê welatî di saet 07.00an de çûn li ser sindoqan.
Li Agriyê hilbijartin hat dubarekirin û ji bo hilbijartinê 79 hezar û 498 hilbijêr çûn li ser 310 sindoqan û dengê xwe dan.
Di çarçoveya hilbijartinan de, namzedê Şaredariyê yê AK Partiyê yê Agriyê Hasan Arslan li Dibistana Şehît Hîkmet Komanê, Namzedê Serokatiya Şaredariya Agriyê yê Partiya Demokrasî û Aşitiyê (BDP) Sirri Sakik li Dibistana Şeref Saraçoglû dengê xwe da.
Hêzên ewlehiyê li derûdora dibistanên ku lê deng hat dayîn, tevdîrên ewlehiyê girtin. Li derûdora hin dibistanan carinan rageşî pêk hat.