ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê barîna berfê û hewaya sar zehmetiyê dide welatiyan. Li Erziromê bi alîkariya Îdareya Taybet ya Bajêr û Servîsa Acilê ya 112ê ve 18 nexweş ji gundan gîhandin nexweşxaneyan.
L gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêm dikeve bin tesîra hulmegura bilind a ku ji aliyê Sibîryayê tê û car caran jî dê berf bibare.
Bi taybetî li bajarên bilind û gundên çiya ji ber bagarê rê hatin girtin. Li Qersê rêyen 64 gundan vê gavê girtî ne. Ekîbên Îdareya Taybet ya Bajêr ji bo rêyan vekin bi şev û roj dixebitin.
Li Erziromê jî xwebata wekirina rêyên gundan didomê. Li bajêr, di nav 24 saetan de; jê 4 welidandin û 9 zarok bi tevahi 18 nexweş bi alîkariya Îdareya Taybet ya Bajêr û Servîsa Acilê ya 112ê ve gihandin nexweşxaneyan.