İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê 2 jê bira 3 zarok di nav zeviya pembû da mirî hatin dîtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li navçeya Eyyubiyeyê, li taxa Ulucanlarê herdu bira Alî (12) û Harun Tekdagê (14) û Huseyîn Tekdagê (14) kurapê wan bi şev çûn zeviya pembû. Ji ber ku venegeriyan malbata wan li wan geriya.
Malbatê cinazeyê 3 zarokan di nav qûça pembû da dît û cab da hêzên ewlehiyê.
Cendirme û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cinaze rakirin Lijneya Tiba Edlî ya Şanliûrfayê. Piştî otopsiyê cinaze teslîmî malbatên wan kirin.