Li navçeya Eyyûbiyeyê kesên rûpêçayî molotof avêtin otobêsa rêwiyan a Şaredariya Mezin a Şanliûrfayê û xwestin bişewitînin.
Otobêsa bi plaqeya 63 E 0568 ku M.B. diajot li taxa Yenîceyê dema ku hat rawestgehê kesên rûpêçayî êrîş kirin.
Kesên rûpêçayî ji bo PKKya rêxistina terorê dirûşim berz kirin û molotof avêtin otobêsa rêwiyan. Agir bi otobêsa ket û şofêr ji otobêsê peya bû û gazî polês û tîma agirkujiyê kir.
Tîmên agirkujiyê midaxeleyî şewatê kirin û ji bo qefaltina êrîşkaran xebatan dest pê kir.