Tezcan Ekizler
30 Hezîran 2024•Rojanekirin: 30 Hezîran 2024
Li Selçuka navçeya Îzmirê, daristana ku agir pê ket û şewitî, bi dronê ji hewa da hat kişandin.
Şewata ku duh li tanga Pamucakê ya rêbejaya Selçuk-Kuşadasiyê di nav daristanê da derket, bi midaxeleya ekîban a ji hewa û bejayê va hewl tê dayîn ku bê temirandin.
Agirê ku bi daristanê ket, bi tesîra bayê geş bû û derbasî nav sînorê Kuşadasiya navçeya Aydinê jî bû. Her wiha dîmeneke gewr û reş li pey cihên şewitî ma.
Di wan dîmenan da yên bi dronê hatin kişandin, qada li dorbera rêya Selçuk-Kuşadasiyê ya şewitî û her wiha xebatên ekîban dixuyên.