ADIYAMAN
Li Semsûrê di qezayê da 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan tirimbêla bi pleqeya 01 F 9957 ku şofêrê wê Dîlek Cîhangîroglu (27) bû, li ser rêya Semsûr û Golbaşiyê qeza kir.
Cîhangîroglu û Hatîce Gozaydin (27), Emîne Sevîm Gursoy (24) û Tulay Dalbaşa (26) di tirimbêlê da birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê hatin hewarê û ew birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Semsûrê û hat gotin ku rewşa wan baş e.