ŞIRNAK
Çiyayê Gabarê yê ku bi salan e li ser şer tê kirin bi Cejna Qurbanê re bû qada şahî û xweşiyê. Li Mezraya Akçaya quntarê Çiyayê Gabarê îsal di Cejna Qurbanê de welatî û leşkeran li mizgeftê bi hev re nimêj kir. Leşker û welatiyan piştî nimêjê cejna hev pîroz kir û çûn ser mezelên xizmên xwe. Piştî vê leşkeran, welatî vexwendin Fermandariya Tûgayê ya 6emîn. Li vir di dav tîma fûtbolê ya leşker û ya ciwanên mezrayê de pêşbirk hat kirin. Piştî pêşbirkê leşkeran peqlewe îkramî welatiyan kir.
Malbat û leşker hatin gel hev
Malbatên 6 leşkeran dewetî leşkergehê hatin kirin. Cîhan Şahîn, Omur Ozeken, Mûrat Bîyan û Mustafa Kûtlûcayê ku malbatên xwe li hember xwe dîtin metel man. Malbatên ku zarokên xwe ji dil û can hembêz kirin jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman û spasiyên xwe pêşkêşî fermandaran kirin.