Mehmet Emin Gürbüz
24 Îlon 2024•Rojanekirin: 24 Îlon 2024
Li ser rêbeja D-100ê ya Çiyayê Boluyê mij çêbû, ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.
Li herêmê taybetî li xaçerêya Abant, Bakacak, Karanlikdere, Seymenler û Elmalikê mij bi bandor e.
Ajokar ji ber ku li herêmê mesafeya dîtinê heta 35 metreyan daketiye, wesayitên xwe bi dîqet ajotin.
Ekîbên rêbej û trafîkê hişyarî dan ajokaran ku ji bo mesafeya teqîbê, ajotina bisuret baldar bin û li gor îşaretên trafîkê wesayitên xwe biajon.