HATAY
Li Reyhanliyê li ser sînorê Sûriyeyê dîwarekî ku 2 mêtro fireh e û 3 mêtro bilind e tê çêkirin.
Ji ber bûyerên dawîn ên terorê li ser sînorê Sûriyeyê tevdîrên ewlehiyê tên berfirehkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, Walîtiya Hatayê û Fermandariya Alaya Sînor a 2yemîn li sînorê bajaroka Atmeyê ku li hember taxa Bukulmeza Reyhanliyê ye, dîwar çêdikin.
Dîwarê ku ji blokên betonê tê çêkirin 2 mêtro fireh e, 3 mêtro bilind e û wê 8 kîlomêtro were çêkirin.
Hêzên ewlehiyê ji bo tevdîrê li Yayladagê jî dîwarê akordiyonê ya 2 mêtro çêkiribû.