ŞIRNAK
Li ser rêya Îdîl û Cizîrê wesayîtek, motorek û kamyonetek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesayîta ku şofêrê wî Tayfun Norman (30) û plaqeya wê 47 LA 675 bû ji rê derket. Wesayît ewil li motorekê ket û dû re jî bi kamyoneta ku plaqeya wê 72 AL 799 bû ve li hev qelibî.
Di qezayê de Tayfun Norman û Gulî Norman (47) li cihê qezayê mirin, 5 kesên ku din ên di kamyonetê û wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Îdîl û Cizîrê.