27 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Şîşlî, Zeytînburnu, Kuçukçekmece û Gazîosmanpaşayê kesên ku nasnameya wan ne diyar e, agir berdan 15 wesaîtên parqkirî.
Li sikaka Sporê ya taxa Mahmut Şevket Paşaya Okmeydaniyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e benzîn li 5 wesaîtên parqkirî kirin û agir berdanê.
Şêniyên taxê cab dan polês û îtfaiyeyê û hin welatiyan jî bi kûp û satilan va av li ser agir da kirin.
Ekîbên îtfaiyeya Şîşliyê agir temirand.
Li sikaka 39/1emîn a taxa Gokalpa Zeytînburnuyê jî 3 kesên serçavmaske benzîn li 8 wesaîtan kir û agir berdanê.
Îtfaiye hat cihê bûyerê û agir tefand. 6 wesaît êpêce şewitîn, 2 jî qismek jê şewitî.
Polês ji bo ku bersûcan bigre, li navçeyan xebat dan destpêkirin.
Li Kuçukçekmece û Gazîosmanpaşayê jî 2 wesaît hatin şewitandin û îtfaiyeyê agir temirand.