Waliyê Stenbolê Yerlîkaya piştî çûna cihê bûyerê ragihand ku 4 eskerên di helîkoptera ketî de birîndarbûn şehîd ketine.
Ahmet Aydın
11 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
Istanbul
ÎSTANBUL
Li Çekmekoya navçeya Stenbolê helîkoptereke eskerî kete xwarê.
Li gorî agahiyan, li Çekmekoyê helîkoptera eskerî ku daketina mecbûrî li nava sîteyekê kir, ji ber sedemeke nediyar ket.
Hejmareke gelek ekîbên tendirustiyê û îtfaiyeyê sewqî deverê kirin.
Waliyê Stenbolê Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Twitterê yê fermî derbarê qezayê de wiha nivîsî "Li gorî tesbîtên berahî, 4 eskerên di helîkoptera ketî de birîndarbûn, sewqî nexweşxaneyê kirine."
Walî Yerlîkaya di peyama xwe ya piştretir ya derbarê qezayê de ev agahî da: "Li gorî agahiyan, li caddeya Sultangaziya taxa Kirazlidereyê ya navçeya Çekmekoyê, li Sîteya Parkverdeyê 4 eskerên di helîkoptera ketî de birîndarbûn, sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sancaktepeyê kirine."
Waliyê Stenbolê Yerlîkaya piştî çûna cihê bûyerê ragihand ku 4 eskerên di helîkoptera ketî de birîndarbûn şehîd ketine.
- Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin
Ji aliyekî din ve Serdozgeriya Komarî ya Andoluyê derbarê ketina helîkoptera eskerî li Çekmekoyê lêpirsîn da destpêkirin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Neteweyî li ser hesabê Twitterê ji bo qezaya helîkopterê ya li Stenbolê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Helîkoptera me ya bi tîpa UH-1ê ya aidê Fermandariya Alayê ya Asîmangeriya Bejayî ya 4emîn/Stenbolê li Çekmekoyê bi qezayê ket xwarê. Di qezayê de 4 hevalçekên me yên qehreman şehîd bûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin."