12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Li Sancaktepeyê 2 gumanbarê ku li dijî çapxaneya saziyeke mêdyayê, di amadekariya êrîşa çekdarî dabûn, hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya xebatên ku bi mebesta deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorê tên ajotin da, ji aliyê Midûriya Şaxa Îstîxbarat û têkoşîna dijî teroê va 2 gumanbar hatin girtin.
Hat ragihandin ku gumanbarên di amadekariya êrîşeke çekdarî yan jî bi molotofan dabûn, li dijî çapxaneya saziyeke mêdyayê, bi motorbisiqlêtê xwe yê bêplaqe hatin girtin.
Di encama lêgerîna li ser gumanbaran da, tivingeke pompedar û 5 fîşekên wê, 2 rupoş û 2 lepik hatin girtin. Herwiha hat tesbîtkirin ku gumanbar ji bo neyên naskirin û piştî êrîşê bi asanî birevin, 2 pantor û 2 fayke bi ser hevda li xwe kiribûn.
Derket holê ku yek ji herdu gumanbaran ji endambûna rêxistina terorê ya çekdar hatiye darizandin û herwiha carekê di çalakiyeke agirberdana wesayitên kar yên şîrketekê avahîsaziyê da cih girtiye.
Li Gazîosmanpaşayê li dijî rêxistina terorê operasyon hat lidarxistin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Stenbolê, li taxa Karayollariya Gazîosmanpaşayê li dijî nêzîka 20 navnîşanan bi hevkariya polêsên tevgera taybet operasyon li dar xist.
Hinek gumanbar hatin binçavkirin û li mal û cihê ku ew mikur hatin lêgerîn hat kirin.
Hinek ji gumanbarên binçavkirî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê ji kontrola tendirustiyê hatin derbaskirin.