12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
Hat ragihandin, di teqîna ku li Sultanahmetê çêbû da birîndar hene.
Li gor agahiyên ewilîn, dora saet 10.20î li Meydana Sultanahmetê teqîneke ku sedema wê hê ne diyar e, çêbû. Dengê teqînê ji semtê der û dorê jî hat bihîstin û hat gotin ku birîndar hene.
Piştî teqînê gelek polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Polês li der û dora teqînê tevdîra ewlehiyê hildidin, ambulans jî birîndaran dibin nexweşxaneyan.
Sedema teqînê tê lêkolînkirin.