SÎÎRT
Li Sêrtê komekê xwepêşandana bêdestûr kir û polêsan midaxaleyî komê kir.
Komeke serçavpêçayî bûyerên navçeya Cizîrê kir bahane û li ser kolana Şeyh Suleymanê li taxa Conkbayirê barîkat çêkir û xwest ku rê bigrin.
Li ser vê yekê polês hat cihê bûyerê û xwest ku kom belav bibe. Endamên komê molotofkokteylî, fîşengên hewayî û kevir avêtin polêsan.
Polêsan jî bi xaza îsotê û ava tazyîk ve midaxaleyî komê kir û merivên komê ji hev belav bûn û revîn kuçeyan. Wesaîtên hin welatiyên ku we derê re derbas dibûn, ji ber kevirên hatin avêtin xesar hildan.