SİVAS
Qeza li navçeya Akincilara Sêwasê çêbû û kesek mir, 49 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, otobêsa ku plaqaya wê 06 AS 3058 e û şofêrê wê Tacettîn Îşleyen e, ji Stenbolê diçû Agiriyê. Otobês li ser rêya D-100ê nêzî gundê Golluceyê ji ber ku rê qeşa girtibû, şiqitî û wergeriya.
Piştî qezayê ji Sêwas, Akincilar, Suşehrî û Erzincanê gelek ambulans sewqî cihê qezayê kirin. Di qezayê de 47 jê rêwî, bi tevahî 49 kes birîndar bûn û tedawiya wan li nexweşxaneyên Sêwas, Akincilar, Suşehrî û Erzincanê dewam dikin.
Hat gotin ku 4 kes giran birîndar in û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyetê de ne.
Di qezayê de tiştek şofêr nehat û polêsan şofêr binçav kir. Piştî qezayê ekîba trafîkê lêkolîn kir û hat tesbîtkirin ku herdu çerxên otobêsê yên pêşiyê yên zivistanê ne, lê herduyên paşiyê yê havînê ne.