BITLÎS
Tîma Bisîklêtan ya Veloturkê li Tetwana navçeya Bidlîsê bi slogana "Heke zarokek bikene, hemû dinya dê bikene" 100 bisîklêt belavî xwendekaran kirin.
Qaymeqamê Tetwanê Mûrat Erkan di merasima belavkirina bisîklêtan de axivî û got hemû xebatên ji bo merivan tên kirin, hêja û girîng in.
Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy jî got ev projeyeke gelekî girîng e û ji Tîma Bisîklêtan ya Veloturkê re spas kir.
Okan Can Yantirê ku li ser navê Tîma Bisîklêtan ya Veloturkê axivî jî got, wan ev tîm beriya salekê damezrandine û bisîkletên ewil jî belavî xwendekarên tetwaniyan kirine.