ANKARA
Li Wanê erdheja bi lerza 4,1 pêk hat.
Enstitûya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku erdhej di saet 04.17an de pêk hat û navend jî gundê Çolpanê bû. Erdhej 5 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Piştî erdheja ewilî du erdhejên ku yek di saet 04.25an de bi lerza 2,1ê û ya din jî di saet 04.57an de bi lerza 2,4an qewimîn