Li Wanê tîmên Fermandariya Cendirmeyên bajêr operasyonek li dar xistin û di kamyoneteke ka barkirî de 3 ton û 290 kîlo esrara toz hat bidestxistin.
Cendirmeyan li ser îxbarê agahî hildan ku ev hişbir bi awayekî dereqanûnî ji derveyî welêt hatiye Tirkiyeyê da ku bişînin bajarên rojavayê.
Tîman kamyoneta ka barkirî ya ku ji navçeya Başkaleyê dihat û şofêrê wê E.S ye li herêma Guzelsuyê dan sekinandin.
Di lêgerînê de 3 ton û 290 kîlo esrara toz a di telîsan de û di binê kayê de hatine veşartin, hat dîtin.
Şofêr E.S hat binçavkirin û li dadgehê hat girtin.
Hat ragihandin ku bihayê vê hişbêrê 23 milyon lîre ye û di sala 2014an de ev cara ewil e ku evqas hişbir di carekê de hatiye bidestxistin.