VAN
Li gundê Meleqasima ku li ser Wanê ye erdhejeke ku mezinahiya wê 4 e çêbû.
Li gor agahiyên Navende Şopandina Erdheja Neteweyî ya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Qandîlliya Zanîngeha Bogazîçiyê li gundê Meleqasima ku li ser Wanê ye di saet 14.03 de erdhejeke ku mezinahiya wê 4 e çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 5 kîlometreyî di bin erdê de çêbû, lê ji ber erdhejê zirar û ziyan pêk nehat. Lêbelê li navenda bajêr jî welatî bi erdhejê hisiyan û demeke kurt tirs kete dilê wan.
Rayedarên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr diyar kirin ku der barê zirar û ziyana erhejê de tu agahî negihîştiye wan.