Li Wanê hejmara kesên ku tê îdiakirin ku kuçikê har êrîşê wan kiriye gihîşte 55an.
Duh li navçeya Îpekyoluyê li taxa Şerefiye, Yenîmahalle û Bostanîçî Esenlerê kuçikekî har 30 kes girtibû. Piştî van kesan 25 kes jî çûn nexweşxaneyan û gotin ku kuçikekî ew girtine.
Doxtoran aşiya harbûnê li van kesan xistin û piştî tedawîya wan ew taburcu kirin.
Tîmên Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê yên bajêr li van taxan 7 kuçikên ku jê ketin şikê kuştin.
Hat ragihandin ku ji bo kontrolê ji kuçikan perçe hatin hildan ku bişînin laboratuvarê.