VAN
Serokê AK Partiyê yê Bajarê Wanê Zahîr Soganda wiha got: "Duhê zêdetirî 400 çavdêr û peywirdarên me yên sandoqê diyar kirin ku wê peywir nestînin. Îro ev reqam derket 600î."
Serokê AK Partiyê yê Bajarê Wanê Soganda li Lîseya Anadolu Îmam Xetîbê ya li navçeya Îpekyolê dengê xwe da û li vir daxuyanî da rojnamegeran. Soganda di daxuyaniya xwe de got xelk di vê roja gîrîng de hewl dide ku bi îradeya xwe ya azad ve dengê xwe bide.
Soganda destnîşan kir ku der heqê hilbijartinê de ew car caran gotegotên nebaş dibihîzin û wiha dewam kir: "Li hin taxan li ser çavdêr û peywirdarên me yên sandoqê zextê dikin."
Soganda bal kişand ku di wextê kampanyayê de wan ji bo hemû sandoqên li bajêr çavdêr peywirdar kir û wiha pê de çû:
"Lêbelê çavdêrên me yên ku me yek bi yek hevdîtin kiribû, ji ber gefan dest ji çavdêriyê kişandin. Duhê zêdetirî 400 çavdêr û peywirdarên me yên sandoqê diyar kirin ku wê peywir nestînin. Îro ev reqam derket 600î. Em negihîştin gelekê wan, têlefonên xwe girtin. Ev dide nîşan ku li herêmê zordestiya hinekan çiqas bi bandor e."
- Îdiaya ku HDPyiyan eşkere ray dan avêtin
Namzedê AK Partiyê yê Wanê yê Parlementeriyê Omer Çuha jî diyar kir ku wî xebatên xwe yên hilbijartinê li navçeya Erdîşê domand û wiha got: "Lê li wir car caran pirsgirêk derdikevin."