CENEWRE
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ku li Yêmenê ji 19ê adarê vir da 643 kes mirin, 2 hezar û 226 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Ofêsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat destnîşankirin ku li Aden û El-Daleyê şerekî giran dewam dike, ji ber tunebûna ceyran û avê rewşa gel her diçe xirab dibe.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Yêmenê ji 19ê adarê vir da 643 kes mirin, 2 hezar û 226 kes birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ditirsin hejmara mirî û birîndaran zêde be, ji ber ku çûyîn û hatin ji behrê û hewayê zor e nikarin amûrên tibî bigihînin welêt.
Li Yêmenê piştî ku hûsiyan paytext Sana û hin bajar bi dest xistin, Serokomar Hadî Aden wek navend îlan kiribû û hin welatan jî daxuyandibûn ku ew ê karên xwe yên dîplomatîk ên nûnertiyê li vir bidin meşandin.
Piştî îlankirinê hûsiyan di ser Adenê da girtin û hin bajarên stratejîk bi dest xistin. Serokomar Hadî bangî Yekîtiya Ereban û civaka navneteweyî kir ku bira mudaxeleya leşkerî bikin. Koalîsyona ku pêşîkêşiya wê Erebistana Siûdî dike di 26ê adarê da li dijî hûsiyan operasyon da destpêkirin. Di navbera hûsiyan û endamên eşîran da pevçûn dewam dikin.