Li Zongûldagê di kana komira qaçax de hezaz çêbû û di hezazê de karkerek mir.
Li gorî agahiyan di kana komirê ya li taxa Dîlaverê de ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû. Karkerê bi navê Tûrgût Yilmaz (38) di kana komirê de mehsûr ma.
Piştî hezazê kesê ku tê îdia kirin xwediyê kanê ye ji kanên komirê yên derdorê alîkarî xwest. Di xebatên ku bangî polês û servîsa acîl ya 112yan nehat kirin de piştî çend saetan Yilmaz ji kana komirê hat derxistin. Karkeran li ber derê kana komirê midexeleya ewil lê kir.
Ji aliyê din ve nûçegihanên ku hatin ber kana komirê bangî polês û Tîmên Servîsa acîl a 112yan kir. Yimaz piştî midexeleya Tîmên servîsa acîl ya 112yan li Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldagê çû ber rehma Xwedê.