Li Îzmirê xwendekarekî zanîngehê yê ku di meha borî de çûbû Somaliyê, li Konyayê heciyek û li Maraşê jî 2 hecî, bi tevahî 4 kes ji ber şika nexweşiya ebolayê rakirin nexweşxaneya û derman dikin.
Li Îzmirê xwendekarekî zanîngehê bi hinceta agirderketinê serî li nexweşxaneyê xist. Di encama kontrolan de bi şika Ebolayê xwendekar hildan bin karantînayê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin H.O. (20) yê xwendekarê zanîngehê di meha borî de çû Somaliyê. Xwendekar bi hinceta agirderketinê serî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê xist.
Piştî muayeneyan bi şika Ebolayê xwendekar sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Tepecîkê kirin û li wir hildan bin karantînayê û dest bi dermankirina wî kirin.
- Li Kahramanmaraşê şika Ebolayê
Wek mayîn jî li Afşîna navçeya Maraşê jin û mêrekî ku teze ji hecê vegeriyabûn ji ber sedema agirderketin û kuxikê rakirin nexweşxaneyê û hildan bin tedawiyê.
- Li Konyayê şika Ebolayê
Li Konyayê jî jineka 80 salî piştî ku ji hecê vegeriya ji ber sedema agirderketin û kuxikê rakirin nexweşxaneyê û hildan bin tedawiyê.