DIYARBAKIR
Lûtkeya jinên karsaz a rojhilatê başûr li Diyarbekirê dest pê kir.
Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ya li Adanayê, ji bo ku jinên karsaz ên li herêmên rojhilat û rojhilata başûr agahdar bike, Lûtkeya Jinên Karsaz a Rojhilata Başûr li dar xist. Lijneya Jinên Muteşebîs a Diyarbekirê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat, Komelaya Jinên Karsaz a Diyarbekirê, Komelaya Jinên Karsaz a rojhilat û rojhilata başûr û Komelaya Jinên dest Hinekirî beşdarî lûtkeyê bûn. Lûtke li Hotêla Lîlîûz a Diyarbekirê dest pê kir.
Seroka Lijneya Jinên Muteşebîs a Diyarbekirê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Dîdar Avci Turk, di vekirina civînê de axivî û bibîr xist ku berî demekê nûnerên Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ya li Adanayê serlêdana wan kir û wan jî piştî hevdîtinê biryara alîkariya jinên karsaz dan û ji bo jinan lûtkeyek hevpar lidarbixin.
Turk da zanîn ku nêzikî 70 jinên karsaz yê Tirkiyeyê digel hin jinên karsaz yên ji Iraqê hatine dê beşdarî lûtkeyê bibin. Turk got: "Jinên muteşebîs dê bi saya lûtkeyê di hêla bazirganiyê de xurttir bibin. Herwiha bi munasebeta lûtkeyê em jinên karsaz dê bên ba hev û hev du nas bikin. Lewra bi piranî em ji nêzîk ve hev du nas nakin. Di lûtkeyê de em ê li ser mijara şîrîkatiyê jî rawestin. Herwiha di lûtkeyê de, em ê li ser pirsgirêkên ku di îxracat û îtxalatê de derdikevin pêşberî me jî bisekinin."
- Rêjeya îstîhdama jinan kêm e
Alîkara Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Şîlan Elmas jî got ku di sala 2012an de li Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya îstîhdama jinan ji sedî 58 bû, ev rêje li Tirkiyeyê ji sedî 28,8 e. Di 10 salên dawî de îstîhdama jinan li Diyarbekir û Şanliûrfayê ji sedî 11,2an daket 6,4an.
Damezrînera Big Chef’s Cafe&Brasserieyê Gamze Cîzrelî ya Diyarbekirî jî got ku bihaya markeya şîrketa ku 2005an de damezrandiye di demek kurt de ji 100 milyon dolarî zêdetir bû. Cîzrelî diyar kir ku 18 şaxên wan hene û biryar dane ku di pêşerojê de li Diyarbekirê jî şaxekî vekin.