25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê der heqê firokeya şer a rûs a ku sînorê asîman ê Tirkiyeyê binpê kir û dû re hat xistin de got ku mafê her welatî heye ku axa xwe biparêze.
Merkel li parlementoyê di dema axaftinên li ser budçeyê de xeberda û got ku di îxtilafa Sûriyeyê da çareseriya rasteqîn, çareseriyeke siyasî ye û wiha got:
"Bi destê Tirkiyeyê daxistina firokeyeke rûsan, rewş girantir kir. Ji bo ku rageşî dernekeve, çi ji destê me were divê em bikin. Helbet mafê her welatî ye ku axa xwe biparêze."
Merkelê destnîşan kir ku wê duhê li ser têlefonê bi Davutoglu ra xeberda û ji bo temirandina rageşiyê rica kir ku çi ji dest tê bira were kirin.
Merkelê qala hevdîtinên Sûriyeyê yên li Wienê jî kir û wiha got, "Geşedaneke umîdvar e ku evqas aktorên girîng di kurtedemê de ji bo çareserkirina îxtilafa Sûriyeyê tên bal hev, lê ev geşedan divê di tesîra qewimîna duhê da nemînin."