DİYARBAKIR
Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Şehîd ên Diyarbekirê (DÎŞAD) Ridvan Işik "Em wekî malbatên şehîdan, hemû çalakiyên terorê şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku dengê çekên rêxistina terorê bê birîn û ji bo aştî û aramiya gelê herêmê gavên nû bên avêtin."
Işik li ser navê malbatên şehîdan axivî got ku hewl didin ku gelê Tirkiyeyê ji hev du dûr bixin lê bila bê zanîn ku kes nikare nîfaqê bike nava gelê Tirkiyeyê yê ji 80 milyonî pêk tê û gel ji hev du dûr bixe.
Işik got "Me wekî malbatên cangoriyan ji bo vê welatî destê xwe nekiriye binê kevir, me canê xwe kiriye binê axê. Dilê me şewitî, bila yê kesî dinê neşewite. Bila ji vir û pê ve agir bi mala kesî nekeve, bila xwîna birayan a ku tê rêtin bê rawestandin."
- Ji bo eqlê selîmiyê bangewazî
Işik bangî gelê rojava kir ku hesas û baldar tevbigerin û wiha dewam kir:
"Li hemberî êrîşên dijî birayên me yên kurd bisekinin. Ev êrîş ji bilî terorê kêrî tu kesî nayên. Destê me û birayên me yên kurd ji hev du dikin û me ji hev du dûr dixin. Em bangî hemû welatiyan dikin ku bi qasî malbatên cangoriyan hesas tevbigerin."