MALATYA
Mamoste Haci Hamdî Hamît Polatê ku dema li Tirkmenistanê wezîfedar bû di 20ê gulana 2014an de hat girtin û 2 sal cezayê hepsê dan, cardin li ser Anadolu Agencyê sipasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir ku bi daxwaza wî ve serbest hat berdan.
Serokomar Erdogan ji Serokê Dewletê yê Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmihemmedov daxwaz kir ku Polat serbest bê berdan. Polat di 7ê mijdarê de bi Erdogan re vegeriya Tirkiyeyê û li Meletyeyê mala xwe ji nûçegihanê AAyê re qala serpêhatiyên xwe kir.
Polat wiha axivî: "Ez difikirîm ku ew ê min serbest berdin lê ez hatim girtin. Ez birim cihekî wek hucreyê. 38 rojên ewil ez di wir de mam. Cihekî 10 mêtroqere bû."
Polat got ku ew nizane haya Erdogan çawa ji wî çêbûye û wiha axivî: "Nizanim, lê gelek kesên bijarte di wê hepsê de diman. Ez her tim bi wan re diaxivîm û min digot 'heke Serokomarê me bizanibe ez li vir girtî me ew ê teqez min ji vir xilas bike'. Min her dia dikir ku haya wan pê çêbibe û şikir diayên min qebûl bûn."
Polat spasiya Serokomar Erdogan kir û wiha got: "Xwedê jê razî be, Serokomarê me hat û ez ji wir xilas kirim. Jina min û zarokên min ji xwe li wir bûn, hatibûn dîtina min. Serokomar bi balafira xwe ve em anîn. Şerefeke mezin e ji bo me."