Türkan Tosun
14 Hezîran 2019•Rojanekirin: 15 Hezîran 2019
Li Edeneyê şofêrê tankereke sotemeniyê dibir Baregeha Încîrlîkê dema ji bo ku mazotê bifroşe li tesîseke bêhnvedanê vala dikir, hat girtin.
Li gor agahiyan tîmên Amirtiya Buroya Rêlibergirtina Sûcan û Lêpirsînê ya Midûriya Ewlehiya Navçeya Sariçamê û Amirtiya Buroya Diziyê ya Midûriya Şaxa Asayîşê îxbarek hildan ku li navçeya Sariçamê li tesîseke bêhnvedanê ya li ser otorêya Tarsus-Edene-Gazîentabê kesek ji tankerê mazotê berdide kamyonetekê.
Ekîbên çûn tesîsê 4 kesên ku mazot ji tankerê berdidan kamyonetê binçav kirin.
Hat tespîtkirin şofêr Halîs K. ji Mersînê 22 hezar lître mazot hildaye ku teslîmî Baregeha Încîrlîkê bike, lê şofêr mor şikandiye û bi 3 kesî ra bazarî kiriye ku lîtreya wê bi 4 lireyî hezar û 500 lître mazot bifroşe wan.
Halîs K. sewqî dadgehê kirin, 3 kes jî bi telîmeta dozgeriyê hatin berdan.
Hakimtiya cezayê ya sulhê ya nobedar bi şerta kontrola edlî Halîs K. berda.