Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala der barê êrîşa terorê ya li Sultanahmetê de wiha got: "Me agahiyên girîng bi dest xist, me nasnameya wê tespît kir. Der barê êrîşa Dolmabahçeyê ya ku berê hatibû kirin de jî binçavkirin çêbûn û dehan kes hatin girtin. Ji ber ku jêpirsîn bêpirsgirêk bimeşe û pêwendî derkevin holê, em naxwazin di vê rewşê de zêde daxuyaniyan bidin."