ANKARA
Biryara ku Meclisa Gel a Mezin ya Tirkiyeyê (TBMM) ji bo 10 rojan dike betlaneyê li ser rojnameya fermî hat weşandin û ket rewacê.
Meclis, li ser daxwaza CHPê ji bo ku dosyayên jêpirsîna 4 wezîrên berê di meclisê bê nirxandin bi awayekî awarte di 19ê adarê roja çarşemê kom bûbû.
Piştî nirxandin û hevdîtina li ser dosyayên der heqê wezîran de, meclisê careke din navber da xebatên xwe. Biryar hat dayîn ku dê meclis hetanî 10 rojan girtî be. Lijneya Giştî ya TBMMyê di 26ê adarê de dê dest bi xebatên xwe bike.
Ev biryara ku di meclisê de hat dayîn di ser rojnameya fermî de jî weşiya û bi wayekî fermî ket rewacê.