DIYARBAKIR / EDÎRNE
Midûriyeta Herêma 15mîn a Meteorolojiyê welatiyên li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo baraneke gur hişyar kir. Di daxuyaniya ku ji midûriyetê hat belavkirin de tê gotin ku sibê ji serê şeveqê pê de dê li Diyarbekir, Batman, Sêrt, Şirnek, Mêrdîn, Şanliûrfa û derdorên wê baraneke gur bibare.
Welatî ji bo ku ji ber baranê zirarê nebinînin divê tewdîrên berfireh bigirin.
Meteorolojiyê ji bo herêma Trakyayê jî hişyariya berfê da. Bi taybetî jî hat diyarkirin ku li Edîrne, Kirklarelî û derdora wan bandora berfê dê zêdetir bibe. Ji bilî her du bajaran li Çanakkale, Bûrsa, Balikesir, Bîlecîk û Eskîşehîrê jî dibe ku berf bibare.
Ji ber berfê, germahiya hewayê jî dê dakeve û pîleya germahiyê jî di navbera 2 û 4 pîleyî de biguhere.