Li Akçakocaya navçeya Duzceyê avahiya Mizgefta Navendê a Akçakocayê di 15 salan de hat qedandin. Di dinyayê de mizgefta mîna vê mizgeftê bi tenê li Pakistanê heye û dişibe konên mû.
Miftiyê Akçakocayê Mehmet Taşçi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi alîkarî û xebatên Mehmet Gunduz ê ku berê şaredariya navçê kiribû ve dest bi çêkirina mizgeftê kirin, projeya avahiyê mîmar Ergun Subaşi xêz kiriye û di sala 1989an de dest bi çêkirina wê kirin û di sala 2004an de jî mizgeft qediya.
Taşçi qalê kir ku mizgefta mîna vê bi tenê li Pakistanê heye û wiha got: "Li Tirkiyeyê mizgefteke wiha tune. Mizgefta me di şiklê konên mû yên Selçukiyan de ye."
Taşçi diyar kir ku gelek kes ji welêt û derveyî welêt tên û mizgefta wan ziyaret dikin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Mizgefta Navendê ya Akçakocayê Murat Biyik jî destnîşan kir ku mizgefta wan li 5 dolim erdî hatiye çêkirin û 2 hezar qeremetre cihê sergirtî yê mizgeftê heye.
Biyik diyar kir gava ku mîmariya mizgeftê xêz kirine fikr û ramanên welatiyan jî hildane û wiha xeber da: "Nifûsê navçeyê 25 hezar e. Ji bo ev qas kesî çêkirina mizgefteke wiha karê her kesî nîne. Turîstên ku tên navçeyê pêşiyê mizgeftê ziyaret dikin. Di hundir de histun tunin û ji ber vê meriv hemû cihên mizgeftê dibîne. Mizgefta me dişibê konên mû yên Selçukiyan ên ku li ser 8 histunan dihatin vedan."
Biyik destnîşan kir ku bilindahiya minareya mizgifta wan jî 56 mêtro ye.