ŞIRNAK
Li navçeya Ûlûdereya Şirnaxê ji bo 34 kesên ku di bûyera Ûlûdereyê de hatin kuştin merasima bîranînê hatibû lidarxistin. Mîran Encuyê di vê merasimê de qrîza dil derbas kir û mir îro hat definkirin.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Ûlûdereyê li ser cinazê Encuyê otopsî hat kirin. Piştî otopsiyê serê sibê di Mizgefta Navendê de nimêja wê hat kirin û li goristana gundê Roboskiyê hat definkirin.
Mîran Encu duh di merasima ku li meydana gund hat lidarxistin de qrîza dil derbas kiribû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Ûlûdereyê. Li wir hewl dabûn ku wê tedawî bikin, lê Encu li wir miribû.